Kurdistan xelafet qebûl nekir û welayet jî qebûl nake

Kurd çawe projeya xelafetê pûç kir vê bi heman awayî jî projeya sepandina desthilata welayetê pûç bike
Erdelan Goran
100%

 

Kurdistan jiber pêgeha xwe ya jeosteratejîkî û herwiha jiber pêkhateyên xwe yên etnîkî û olî, li Rojhilata Navîn de hertim di du waran de bo cîhan û hêzên herêmî girîng bûye.

Yekem hêzên herêmî û hêzên cîhanî jiber bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de, gehêştine vê baweriyê ku Kurdistan dikare bibe mînakek baş bo bihevre jiyana aştiyane ya ol û neteweyên curbicur. Lê hêzên herêmî jî hertim ji vê yekê tirsane ku ew mînaka ku li Kurdistanê de heye vê bibe sedema teşhîr kirina siyaset û îdeolojiyên wan yên gemar.

Ji aliyeke din ve jî her ji ber wan sideman ku behsa wan hate kirin hem hêzên cîhanî hem jî hêzên herêmî wisa dihizrin ku zext kirin li Kurdistan anjî ji navbirina ezmûna bihevre jiyana çand, ol û pêhateyên curbicur li Kurdistanê de vê karibe gelek hevsengî li cîhanî de li gor dilê wan biguhere.

Di vê çarçoveyê de di sala 2014an de terorîstên DIŞIê yên ku ji xwe re digotin qaşo xelafeta îslamî, bi hevkariya wan hêzên herêmî li her du beşên Kurdistanê yên ku li dijî zilima dagîrkerên herêmî serî hildabûn û serkeftinên mezin jî bidest xistibûn, ev terorîstên han bi nava xelafeta îslamî yaku pişta xwe dabû ser îdeoloijiya sunatiyê, şandine wan du beşên Kurdistanê û xwestin Kurdistan û gelê Kurd bixin bi hegemonyaya ew xelafeta han, lê ew plana han di sala 2016an de li Başûrê Kurdistanê li ser destê pêşmerge hate pûçkirin û bi vê rengî ew terorîstên ku qaşo bo awa kirina xelafetê şerê Kurd û Kurdistanê kirin neçar bûn ku xwe radestî hêzên pêşmerge bikin û jiber ku ew hêzên ku ew har kiribûn daku êrîşî Kurdistanê bikin li wan xwedî derneketin jiber vê çendê jî ew hevjîn û zarokên xwe har kirin daku xwe radestî hêzên pêşmerge û Kurdistaniyan bikin jiber ku tenê li Kurdistanê şerafet û kerameta însanî ya wan hatiye parastin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî bi heman awayî dîsa xelafet li ser destê şervanên Kurd bi dawî hat û bi vê rengî projeya awa kirina xelafetê hat jinavbirin û Kurdistanî qebûl nekirin ku maf û azadiyên pêkhateyên olî, etnîkî û çandî jiber xelafetek ku dûrî her cure pîwaneke asmanî, exlaqî û mirovatiyê ye binpê bikin.

Piştî têkçûna vê projeya han û bêomîd bûna wan hêzên û aliyên herêmî ku ji ezmûna Kurdistanê û ji pêşkeftina Kurdistanê ditirsan vê carê projeya welayetê ( mebest desthilata şîiyane ku di nava îdeolojiya şîiyan de konseyeke olî heye jê re tê gotin welata feqîh) li dijî Kurdistan û gelê Kurdistanê xistin devreyê.

Projeya awa kirina xelafetê ku projeyeke Tirkî û Qeterî bû, hat pûçkirin, têşta girîng ku lazime Kurd gelek bi cidî li ser raweste, netenê sune belku şîiyan jî li dijî Kurdistanê piştgîriya vê projeyê kirin lê serkeftî nebû û hat pûçkirin, niha jî aliyên şîe projeya xwe xistine meriyetê û heman welatên sune ku projeya wan hatiye pûçkirin bi her awayî piştgîriya projeya welata feqîh ya şîiyan dikin.

Projeya welayeta feqîh yaku aktorên vê yên serkî Îran, Îraq û çeteyên çekdar yên welatên din yên şîîne, mixabin di encama îxaneteke navxweyî ya hin kesên ku qaşo xwe bi Kurd bilêv dikin, weke yekem merhele bi hevbeşiya Îran, Îraq, çeteyên heşd û hevkariya Tirkiyeyê li Kerkûkê hate cîhbicîhkirin û di encama êrîşeke çar alî bi hevkariya xiyanetkarên navxweyî Kerkûk hat dagîrkirin.

Derbarê vê êrîşa bi komî ya li dijî Kurdistanê gelek kes gelek senariyo û têştên curbicur gotin û nivîsandin, ez behsa wan senariyoyan nakim lê ezê behsa wan bûyeran bikim ku piştî dagîr kirina Kerkûkê vê biqewmin.

Tê gotin ku Kurdistan lawaz bûye û nikare li hember vê projeya han li ber xwe bide, ew neraste û neheqiye ku li Kurdistanê tê kirin jiber ku hêzên cîhbicîhkar yên projeya welayetê qasî hêzên cîhbicîhkar yên xelafetê ne bihêz û pirçekin, herwiha projeya welayetê bi qasî projeya xelafetê li ser asta cîhanî ne xwedan piştgîriye.

Kurdistan vê çawe di nava du salan de projeya xelafetê pûç kir, bêgoman di demeke nêz û gelek kêm de jî projeya welayetê pûç bike. Jiber ku hîn jî hesengiyên siyasî û leşkerî yên cîhanî li gor berejwendiyên Kurdistanê ne. lê niha Kurd mişxûlî xwe organîzekirin û xwe amadekirinêye jiber ku di encama xiyaneta ku hate kirin, Kurd rastî şokekî mezin hat û niha ew qonax anjî ew dema ku Kurd têdene, dema hişiyar bûn û xwe amade kirinêye bo rizgarbûn ji bandora xiyaneta navxweyî û pûçkirina projeya welayetê.

Hêzên cîhanî jî weke Kurdistaniyan bi her awayî li dijî hebûna pergaleke olî ya radîkalên li deverê de, lewre ev hêzên han jî her çend heta niha bi awayekî raste rast û meydanî piştgîriya xwe bo Kurdistanê diyar nekirine lêbelê ew bûyer û pêşhatên dîplomatîkî yên ku li deverê û cîhanê de diqewmin nîşaneya vê yekê ne ku di demeke nêz de vê ew hevpeymaniya cîhanî ku di şerê projeya xelafetê de li gel Kur bû, vê di şerê li dijî welayetê de jî li gel Kurd be û bo têk birina projeya han pişta Kurd ber nede.

Xala ku liwir lazime behsa vê were kirin ewe ku Kurd li dijî şer û pevçûnên leşkeriye û baweriya Kurd ne ewe ku bi hêza leşkerî kêşe werin çareserkirin, lêbelê têşta ku xuyaye xwedanên projeya welayetê ji vê yekê fêm nakin û li ser êrîşên xwe yên leşkerî bo dagîr kirina Kurdistanê biîsrarin û vê êrîşên xwe bidomînin, jiber vê çendê jî Kurd jî neçare bersifa ev şerê ku ji aliyê xwedanên vê projeyê ve li ser Kurd hatiye ferizkirin bide, heta niha jî Kurd bersifa wan êrîşan daye û piştî xiyaneta Kurkûkê heta niha dagîrker kengî êrîş kirine rastî şikest û derbên dijwar hatine li ser destê Kurd.

Raste jiber xiyaneta navxweyî hin deverên Kurdistanê hatine dagîrkirin lêbelê ew yek wisa berdewam nabe û Kur vê yek bista axa xwe di bin destê dagîrkeran de nehêle û tevahiya axa xwe rizgar bike, amadekariyên pêwîst hatine kirin û di demeke nêz de jî vê li ser destê lehengên Kurdistanê projeya paşverû ya welayetê weke projeya xelafetê were têkdan û jinavbirin.

Erdelan goran

 

 

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.