Mezlûm Ebdî: Me ne beşek ji PKK ne

dibêje ti têkiliyeke HSD bi şerê PKK û Tirkiyeyê re nîne.
100%

Dibje Amerîka û çend welatên din navbeyinkariyê dikin.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel çapemeniya cîhanî behsa çend mijarên girîng kiriye.

Mezlûm Ebdî eşkere kiriye ku, ti têkiliyeke HSD bi şerê PKK û Tirkiyeyê re tuneye û HSD ne beşeke ji PKK.

Mezlûm Ebdî herwiha eşkere kiriye ku, hilweşandina rejîma Besê gaveke girîng û dîrokî bû.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku, danûstan di navbera wan û desthilata nû ya Sûriyeyê de heye, Amerîka, Brîtanya, Franse û çend welatên din di navbera HSD û desthilata nû ya Sûriyeyê de navbeyinkariyê dikin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.