Nêzî 2 miliyon aware û penaber li Kurdistanê ne

nêzî hezar û 500 kes jî jiber terorê hatine cezakirin.
کوردستان TV
100%

Gotara hikûmeta herêmê di civîna mafên mirovan de hate pêşkêşkirin.

Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên navnetewî beşdariya 48mîn civîna giştî ya taybet bi mafên mirovan kir û di civînê de gotarek li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Di gotara hikûmeta herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku, niha li Kurdistanê 1 miliyon û 900 hezar û 788 aware û penaber ji Sûriye, Îraq û welatên din yên derdorê li herêma Kurdistanê nîştecîhne.

Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên navnetewî Dîndar Zêbarî ragihand ku, di nava çar salên derbasbûyî de bi giştî hezar û 456 kes bi tawana terorê û 689 kes jî bi tawana sîxoriyê li herêma Kurdistanê de hatine cezakirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.