Serok Barzanî li gel şandeke Almanî civiya

Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
100%


Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê hatiye kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Almanî bi Serokatiya wezîrê dewlet li wezareta derve  ya Almanyayê  û Organîzatorê taybetî yê wezareta derve ya Almanyayê bo karûbarên Sûriyeyê Tobias Lindner kir.

Di civînê de nirxandin bo rewşa siyasî, ewlekarî û pêşhatên deverê û Sûriyeyê û herwiha metirsiyên ser hildana terorê û rola aliyên Kurdî li Sûriyeyê di pêşeroja vê welatî de û pêwîstiya parastina aramî û pişt girêdan bi şêwazên aştiyane û diyalogê di navbera aliyan de hate kirin.

Derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê de Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser dîroka xebat û karesatên ku, bi ser gelê Kurd de hatine, hevdem tekez li ser vê yekê kir ku, lazime aliyên Kurdî li Sûriyeyê bihevre biryar li ser çarenivîsa xwe bidin û bi aştî û diyalogê kêşeyan çareser bikin û herwiha sîstema siyasî ya nû ya Sûriyeyê  têgehêştin bo rewşa gelê Kurd û daxwaz, maf û taybetmendiyên gelê Kurd hebe.

Her di vê civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya herêmê  û prosesa giftûgoya navebra aliyên siyasî yên herêmê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin û wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê prosesa hilbijaratinên parlementoya herêma Kurdistanê û zêdebûna rêjeya beşdariyê di hilbijartinê de bi serkeftî û mînak wesif kir.

Di berdewaniya civînê de tekez li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Almanyayê hate kirin û Serok Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir ku, di şerê dijî terorîstên DIŞIê hevkariya hêzên pêşmerge û herêma Kurdistanê kirine. Şanda mêwan jî ragihand ku, Almanya piştîvanê gelê Kurdistanê ye û di her rewşekê de li gl hikûmeta herêmê di nava hevahengiyê de dibe.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.