Civînên Serokwezîrê Kurdistanê yên li Davosê berdewamin.
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Davosê de îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Alîkarê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;
Îro di çarçoveya komcivîna abûriya cîhanî ya li Davosê de li gel Alîkarê Serokkomarê Îranê bo karûbarên steratejîkî birêz Mihemed Cewad Zerîf civiyan.
Me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Komara îslamiya Îranê û rewşa giştî ya Îraq û deverê bi taybetî rewşa Sûriyeyê kir.
Girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin