Holenda dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Holendayê Adrian Eislstein kir û di civînê de Serokê herêmê pîrozbayî li Konsulusê Holendayê kir û hêviya serkeftinê jî bo xwest û tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel Holendayê kir.
Ji aliyê xwe ve Konsulusê giştî yê Holendayê Adrian Eislstein jî kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar bûna xwe li Kurdistanê diyar kir û tekez li ser amadebûn û xwesteka welatê xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên li gel herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest bikaribe di dema pîwerdariya xwe de hewl bo pêşde birina têkiliyên han di her warî de bide.
Mijarên cîhê girîngiya hevbeş, rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li deverê babetên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin