Serokwezîrê Kurdistan û Holendayê civiyan

Kurdistan û Holenda têkiliyên xwe berfiretir dikin.
100%

Behsa rewşa Sûriyeyê kirin.

Îro di duyem roja komcivîna abûriya cîhanê ya li Davosê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Holendayê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro li duyem roja beşdarî kirina me di komcivîna abûriya cîhanê li Davosê, li gel Serokwezîrê Holendayê birêz Dick Shoof civiyan.

Me tekez li ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyên du alî di warên curbicur de kir.

Beşeke din ya giftûgoya me taybet bû bi guhertin û pêşhatên Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriye û li ser girîngiya parastina asayîş û aramî û piştîvaniya civaka cîhanî bo ava kirina  hikûmeteke giştgîr û pir alî bi beşdariya tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê di prosesa siyasî û îdare kirina welat de hemfikir bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.