Serokwezîr li gel wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê civiya

Kurdistan û Siûdiye têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan kirine.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro di çarçoveya komcivîna abûriya Davosê de li gel wezîrê Hêlbirînê yê Siûdiyeyê birêz Xalid Elfelah civiyan.

Wezîrê Hêlbirînê yê Siûdiyeyê silav û rêzên xwedan şiko Şah Selman û şahzadeyê cîhnişîn Mîr Mihemed bin Selman gehandine me û tekez li ser xwesteka welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên du alî kir.

Rixmî balkêşandine ser têkiliyên dîrokî û kevnar yên di navbera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê de hevdem tekez li ser amadebûna herêma Kurdistan ya bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Siûdiyeyê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.