Serokwezîr û şanda Behreyinê civiyan

Behreyin û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa bihêztir kirina têkiliyên du alî hatiye kirin.

Îro li Davosê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya civînên xwe de li gel şandeke Behreyinê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro li Davosê me pêşwaziya şandeke Behreyîn kir ku, pêkhatibû ji Şahzade Îsa bin Selman Alxelîfe, wezîrê darayî û abûriya nîştimanî Şêx Selman bin Xelîfe Alxelîfe, wezîrê pîşesazî û bazirganî Ebdula Adil Fexro û Serokê dîwana cîhnişînê Behreyîn Şêx Selman Ehmed Alxelîfe pêk hatibû.

Şanda Behreyinî silav û rêzên Şahê Behreyinê Şah Hemed bin Îsal Alxelîfe gehande me û amadebûna Şahnişîna Behreyinê jî bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warên curbicur de diyar kir.

Me jî spasiya piştîvaniyên Şahnişîna Behreyinê bi taybetî Şah Hemed kir û xwesteka bihêztir kirina têkiliyên du alî diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.