Serokê herêmê û Konsulusê nû yê Îtalyayê civiyan

Îtalya hevbeşiya xwe li gel Kurdistanê berfiretir dike.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Hewlêrê û Romayê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Îtalyayê li herêma Kurdistanê Tomaso Sansone kir.

Di civînê de Serokê herêmê pîrozbayî li Konsulusê nû yê Îtalyayê kir û hêviya serkeftinê bo xwest û piştîvaniya tevahiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo Konsulusê Îtalyayê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê nû yê Îtalyayê Tomaso Sansone kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar bûna xwe li herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Îtalya gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê dide lewre dixwaze di her warî de hevbeşiya xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.

Rewşa deverê û çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş, babetên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.