HSD nûçeyeke çapemeniya Tirkiyeyê direwand

dibêje têkiliyên me yên li gel tehrîr Şam hene.
100%

Têde behsa şerê navbera HSD û tehrîr Şam dihate kirin.

Duhê piştî ku, çapemeniya hikûmetê ya Tirkiyeyê nûçeyeke belav kir û têde qala vê yekê kir ku, qaşo li Dêra Zorê çekdarên Tehrîr Şam û çekdarên Eşîran dest bi êrîşî ser HSD kirine, Fermandariya giştî ya HSD jî daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HSD ti pevçûn di navbera wan û tehrîr Şam de çê nebûye, têkiliyên berdewam di navbera her du aliyan de hene û bûyera duhê ya li Dêra Zorê jî wisa bûye ku, hinek çekdarên rejîma berê û hêzên berevaniya nîştimanî yên ser bi rejîma berê xwestine li deverê rêyên navbera çend gundan daxin û hêzên me jî bilez çûne cîhê bûyerê û rewş kontrol kirine.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.