Serokwezîr gehêşe Urdinê û li gel rayedarên Urdinê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana Îmaratê, serdana Urdinê kir û derbarê vê serdanê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro bi serdaneke fermî gehêştine Amana paytexta Şahnişîna Urdinê û li gel Şahê Şahnişîna Urdinê xwedan şiko Şah Ebdulahê duyem civiyan.
Me giftûgo derbarê pêşde birina hevkarî û hevahengiya navbera Urdin û herêma Kurdistanê û zerdetir kirina derfetan di warên curbicur de kir.
Xwedan şiko Şah Ebdulahayê duyem silav û rêzdariya xwe bo cenabê Serok Barzanî diyar kir.
Me tekez li ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyên dostane yên Urdinê li gel herêma Kurdistan û Îraqê di tevahiya waran de kir.
Hewlên Şahnişîna Urdinê yên bi Rêberatiya xwedan Şiko Şah Ebdulahê duyem bo dabîn kirina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn de bilind nirxandin.
Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî me ev yek dubare kir ku, asayîş û aramiya Sûriyeyê bo aramiye deverê gelek girînge û tekez li ser girîngiya berdewam bûna rêkeftina agirbestê li Xezeyê û gehêştin bi aştiyeke giştgîre li seraserê deverê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin