Daxwaza darizandina Tirkiyeyê tê kirin.
Li gor nûçeyeke AW Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma diyar kir ku Tirkiye zarok û jin jî di nav de welatiyên sivîl dikuje û got: “Me raporên ku amade kirin, ji komîte û meclisa mafê mirovan re şandin. Em ê bi van raporan serî li dadgehên navneteweyî bidin û giliyê Tirkiyeyê bikin ku ji sûcê şer bê darizandin.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê zêdetirî 40 rojin berdewam dike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bendava Tişrînê di 8ê çile de berê xwe dan bendava Tişrinê û li vir dest bi çalakiya nobedê kirine. Nobeta ku di 8ê çile de dest pê kiriye 12 rojin didome. Gel li dijî êrîşan xwe kiriye mertalên zindî û li ber xwe dide. Heta niha Tirkiyeyê bi SÎHA û ÎHAan gelek caran êrîş pêk anî. Di êrîşan de 12 kes hatin kuştin û 70 kes birîndar bûn. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bendavê didomin. Lê li aliyê din ji bo parastinê nobet jî didome. Tirkiyeyê di 18ê çile de dîsa erîşî sivîlan kir û 4 sivîl kuştin. welatiyan jiyana xwe ji dest da û 15 welatî jî birîndar bûn. Tirkiye bi êrişa li dijî welatiyên sivîl û cihên xizmetguzeriyê sûcên şer dike. Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê Evîn Cuma tekildarî sûcên şer ên li dijî herême ji Ajansa Welat re axivî.
‘Tirkiye sivîlan dikuje’
Evîn Cuma anî ziman ku Tirkiye di êrişan de sivîlan dike hedef û got: “Me ev sûcên şer ên li herêmê kirine rapor.” Evîn Cuma anî ziman ku şerê li dijî herême didome û wiha axivî: “Li aliyekî sivîlan dikujin, li aliyê din welatiyan bi darê zorê didin koçberkirin. Bi dron û balafîrên şer welatiyên sivîl dikujin. Li her derê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi diron û balafîrên şer êrîşî sivîlan dikin. Taybet jî li bendava Tişrînê di şerê ku diqewimê de sûcên li dijî mirovî pêk tên. Bendava Tişrînê cihê ku pêdiviya av û ceyrana herême dabin dike ye. Kesên sivîl dema li dijî vê yekê dertên û ji bo êrişên li ser bendavê rawestin berê xwe didin Tişrînê rastî êrîşan tên û tên kuştin. Ne tenê welatiyên sivîl ambulansan jî dikin hedef. Zarok, jin û gelek kes di van êrişan de hatin kuştin. Li vir komkujî pêk tê. Av û ceyrana welatiyan kirin hedefa xwe. Li gor zagona navneteweyî jî weke qîrkirineke li dijî mirovî tê pênasekirin û yek jî sûcê şer e.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin