Vê çekan radest bike û were hilweşandin.
Siyasetmedarekî Îraqî yê nêzî komên çekdar yên Îraqî, Îzet Şabender ragihand ku, hewlên heyî yên ji bo nehêştina komên çekdar yên eniya berxwedana Îslamî berdewamin û piştî destbikar bûna Trump ev hewlên han vê zêdetir bibin.
Îzet Şabender tekez li ser vê yekê kiriye ku, koma heşda şebî jî ku, bûye kêşeyeke mezin di navbera Îraq û Amerîkayê de, biryar li ser hatiye dayîn û niha Serkirdeyên çarçoveya hevahengî ya şîeyan, berdewamin li ser danûstandinên xwe yên li gel komên çekdar yên li dor danîna çekan û helweşandina heşda şebî.
Şabender tekez li ser vê yekê kiriye ku, biryara dawî hatiye dayîn û heşda şebî tê hilweşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin