Cîhadiyên Tirkiyeyê 2 jin kuştin

gule li ser tirimbêla wan reşandine.
100%

Li Girê Spî êrîşî ser tirimbêla wan kirine.

Li gor çavkaniyên xwecik komên cîhadî yên girêdayî Tirkiyeyê li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî 2 jin kuştin û zarokek jî birîndar kirin.

Çavkaniyên xwecih têkildarî geşedanên li bajarokê Silûkê yê bajarê Girê Spî agahî dan û anîn ziman ku komên cîhadî yên girêdayî Tirkiyeyê gule li erebeyeke sivîl reşandine û di êrîşê de 2 jin hatin kuştin û zarokek jî bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyan, di nav jinan de jineke du canî heye.

Li gorî heman çavkaniyan, erebeya şêniyê bi navê Ebû Îslam e. Ebû Îslam ji gundê Sakîro yê bakurê Girê Spî ye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.