Salek biser şehîd kirina Pêşrew Dizeyî re derbas dibe

direwên Îranê bo raya giştî hatin eşkere kirin.
100%

Di encama êrîşeke terorîstî ya Îranê de 3 welatî şehîd bibûn.

Şeva 15ê meha çileya sala par, rejîma Îranê di çarçoveya siyasetên xwe yên li dijî pêşkeftina Kurdistanê de, bi hajekên balistîkî êrîşî ser Hewlêrê kir.

Di encama êrîşa han de mala Karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî hate bordimankirin û di encam de Pêşrew Dizeyî û keça wî ya yek salî û hevalekî wî şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Beriya êrîşê Îran gotibû me navendên Îsraîlî û Amerîkî kirine armanc lê dema rastî derket Îran ji xwe fedî kir lewre dest bi monte kirina wêneyan kir û ew jî rast derneçû û direwên rejîma Îranê yek li pey yek hatin eşkere kirin û civaka cîhanî jî bi tundî bertek nîşanî êrîşên terorîstî yên rejîma Îranê da.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.