Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî civiya.
Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê pêşhat û geşadanên vê dawiyê yên li Îraq û deverê kirine û tekez li ser piştîvanî kirina hikûmeta federalî bo serxistina karnameya xwe kirin.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser mijarên xizmetgozariyê yên têkildar bi berejwendiyên welatiyan hatiye kirin û nirxandin bo baştir rêkxistina pêbendiyên hikûmeta federalî yên li hember hikûmeta herêmê li ser esasê destûrê hatiye kirin.
Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser hevahengî û hevkariya hevbeş ya di navbera tevahiya aliyan bo rûbirû bûna astengiyan kirine bi awayek ku, berejwendiyên tevahiya pêkhateyên Îraqê parastî bin û aramî û ewlekarî û serweriya nîştimanî jî bihêz bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin