li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê rêyên gelek deveran hatine daxistin

berfeke gelek zêde li wan deveran bariye.
کوردستان TV
100%

Li Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê berfeke zêde bariye.

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê di encama barîna berfeke zêde di wan du rojên derbasbûyî de li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê rêyên gelek deveran hatine daxistin û hatûçû rastî astengiyan hatiye.

Li Urmiyeyê, li navçeyên çiyayê yên li parêzgeha Sine bi taybetî li herêma Hewramanê û li navçeya Dalahu û Şaho ya li parêzgeha Kirmaşanê jiber barîna berfê rêya gelek deveran hatiye daxistin.

Ji aliyeke din ve li Bakûrê Kurdistanê jî bi heman awayî jiber barîna berfê rêya gelek gund û bajarokan hatiye daxistin.

Li parêzgehên Xarpet û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 316 gundan ji ber berfê hat girtin.

Pêleke berfê beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Li Mûşê û navçeyên wê doh berfeke zêde bariya, berfê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Rêyên gelek gundan hatin girtin û astengî di çûnûhatinê de çêbûn.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr li gundan dest bi xebatên vekirina rêyan kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.