Gideon Saar: Ev tîmeke terorîstiye

dibêje gefên raste rast yên Erdogan dijî Kurdan didomin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îsraîl tedbîrên pêwîst distîne.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Saar derbarê koma çekdar ya Tehrîr Şam de yaku, niha li Sûriyeyê desthilate, ragihand ku, ev ne hikûmeteke demokratîke ku, bi rêbazên demokratîk desthilat girtibe destê xwe, belku, kom û tîmeke terorîstiye ku, beriya niha li Îdlibê bûye û dest bi ser Sûriyeyê de girtiye.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku, gefên raste rast  yên Erdogan bo ser desthilata xweser ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hene.

Saar herwiha diyar kiriye ku, tişta niha li Sûriyeyê diqewme ne ev tişte ku, cîhan dixwaze jiber êrîşên dijî Elewiyan destpê kirine û zilim li Mesîhiyan jî tê kirin û gefên Erdogan jî li dijî Kurdan berdewamin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.