Elewiyên Sûriyeyê dest bi xwepîşandanê kirin

elewiyên li Sûriyeyê daxwaza etonomiyê dikin.
کوردستان TV
100%

 

Li Hims û Tartûsê qedexeya derketinê hatiye ragihandin.

Duhê bişev elewiyên Sûriyeyê li dijî desthilata koma Tehrîr Elşam daketin kolanan û xwepîşandaneke berfire li darxistin û daxwaza etonomiyê bo elewiyan kirin.

Piştî destpê kirina xwepîşandanê, hêzên tehrîr şam jî bilez qedexeya derketinê ragihandin û gotin ku, li Tartûsê êrîşî ser hêzên me hatiye kirin û çend endamên me hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve pispor jî dibêjin ku, ev yek destpêka aloziyên nû ye li Sûriyeyê.

Duhê jî wezîrê derve yê Îranê Ebas Îraqçî gotibû ewin ku, niha dibêjin em li Sûriyeyê serkeftîne bila hinek rawestin û bibînin ka rewşa Sûriyeyê çawe tê guhertin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.