Îsraîl jî gef li Hûsiyan dike.
Li gor çapemeniya Îsraîlî di encama êrîşeke çekdarên hûsî li Yemenê bo ser Îsraîlê ku, bi rêya hajekan pêk hatiye, 9 welatiyên din yên Îsraîlî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê eşkere kiriye ku, di nava vê hefteyê de ev cara pênceme ku, hûsî bi rêya hajekan êrîşî ser Îsraîlê dikin lê sîstemên berevanî hajekên hûsiyan pûç dikin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, îro jî hajekeke din ya hûsiyan hatiye pûçkirin û jiber pûçkirina hajekê li asmanê û ketina laşê hajekê bi erdê 9 welatî bi sivêkî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve duhê jî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ragihandibû ku, çi bi serê hemas û hizbulahê anîne vê ji vê xirabtir bînin serê hûsiyan jî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin