Netanyahu jî dibêje derbeke gelek dijwar li Hûsiyan didin.
Piştî êrîşeke çekdarên hûsî yên li Yemenê dijî Îsraîlê û birîndar bûna çend welatiyên Îsraîlî, Serokwezîrê vê welatî Netanyahu ragihand ku, vê derbeke gelek dijwar li hûsiyên Yemenê bidin û niha amadekariyên vê yekê dikin.
Netanyahu eşkere kiriye ku, Îsraîl çi bi serê hizbulah û Hemasê de aniye vê heman tiştê bîne serê hûsiyan jî.
Ji aliyê xwe ve dezgehên leşkerî û rayedarên ewlekarî yên Îsraîlî jî bi taybetî Mossad qala vê yekê dikin ku, lazime di şûna êrîş kirine ser hûsiyan, raste rast êrîşî ser Îranê were kirin jiber ku, niha dem baştirîn deme bo êrîş kirine ser Îranê.
Ji aliyê xwe ve kanala 12 ya Îsraîlî jî eşkere kiriye ku, amadekariyên hêzên asmanî yên Îsraîlê bo êrîş kirine ser Îranê didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin