Holenda: Kurdistan hevbeşeke girîng ya me ye

behsa yekxistina hêzên pêşmerge hate kirin.
100%


Serokê herêmê li gel wezîrê berevanî yê Holendayê civiya.

Îro duşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Holendayê Ruben Brickelmans kir.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokê herêmê, wezîrê pêşmerge û hijmareke din ji rayedarên her du aliyan beşdar bûn, giftûgo derbarê têkiliyên Holendayê yên li gel Îraq û Kurdistanê bi taybetî di warê berevanî û perwerdehiya leşkerî de hate kirin.

Her du alî tekez li ser pêşde birina têkiliyan û girîngiya berdewamiya hevahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hêzên Holendî di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê kirin.

Her di heman civînê de nîqaş derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê, rola herêma Kurdistanê yabo bihêztir kirina aramiya deverê û reformên nava hêzên pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge de hate kirin.

Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî spasiya Holendayê kir bo piştîvaniyên berdewamî yên bo hêzên pêşmerge û stayîşa rola hêzên Holendî bo perwerde kirin û bihêztir kirina karînên hêzên pêşmerge kir.

Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Holendayê jî tekez li ser pêbendiya welatê xwe bo piştîvanî kirina asayîş û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê kir û balkêşande ser vê yekê ku, herêma Kurdistanê hevbeşeke sereke ye bo rûbirû bûna terorê û dabîn kirina aramiya deverê.

Her di heman civînê de her du alî li ser pêwîstiya berdewam bûna karên hevbeş hemfikir bûn û nîqaş li ser rewşa Êzidiyan û vegerandina wan bo warên xwe kirin.

Rewş û pêşhatên dawî yên li deverê, bi taybetî guhertinên li Sûriyeyê û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş, babetên din yên vê civîna han bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.