Serokê herêmê pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtalyayê kir.
Îro 22ê Berçile li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtalyayê Guido Crozeto kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokê herêmê, balyozê Îtalyayê yê li Îraqê û hijmarek ji berpirsên her du welatan têde beşdarbûn, têkilî û hevkarî û hevbeşiya leşkerî û ewlekarî ya di navbera Îraq, Îtalya û herêma Kurdistanê de hatin nirxandin û rola hêzên Îtalî bo rûbirû bûna terorê, rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û metirsiyên dubare serî hildana DIŞIê jî hatin nîqaşkirin.
Serokê herêma Kurdistanê bi rêzdarî ve behsa piştîvanî û hevkariyên Îtalyayê yên bo Îraq û herêma Kurdistanê di tevahiya waran de bi taybetî di warê rûbirû bûna terorê û jinav birina DIŞIê kir û balkêşande ser xwesteka herêma Kurdistanê ya bo zêdetir pêşde birina hevkarî û hevbeşî û parastina aramiya deverê.
Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Îtalyayê Guido Crozeto jî tekez li ser vê yekê kir ku, Îtalya weke hevbeşeke girîng û bi girîngî ve li têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê dinêre jiber vê yekê jî hevkarî û piştîvaniya Îtalyayê di tevahiya waran de berdewam dibe.
Nav hatî di beşeke din ji gotinên xwe de stayîşa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de kir û rol û pêgeha herêma Kurdistanê li deverê de bi girîng wesif kir.
Her di heman civînê de her du aliyan nîqaş derbarê liv û tevgerên DIŞI û hewldanên xwe dubare rêkxistina DIŞIê kir û li ser vê yekê ku, hîn jî DIŞI metirsiyeke rastîne hemfikir bûn û eşkere kirin ku, jiber hebûna metirsiya DIŞIê berdewamiya piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî bo Îraq û herêma Kurdistanê girînge û tekez li ser vê yekê kirin ku, nabe Îraq xwe bixe nava aloziyên heyî yên li deverê de.
Pêşhatên dawî yên rewşa deverê bi taybetî guhertinên li Sûriyeyê û bandora wan li gel çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin