Tekez li ser parastina mafên pêkhateyan li Sûriyeyê hatiye kirin.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê Sekreterê giştî yê NY li Îraqê kir û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê û Serokê tîma UNAMI birêz Dr. Îhsan Elhesan kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û deverê û guhertinên Sûriyeyê kir.
Li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê û dûrxistina Îraq û herêma Kurdistanê ji bandorên nebaş ya aloziyên deverê hemfirkir bûn.
Derbarê rewşa Sûriyeyê de me tekez li ser girîngî û pêwîstiya rêz girtin û parastina mafên pêkhateyên cuda û di nava wan de jî gelê Kurd kir.
Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin