Kuştî û birîndar hene.
Li gor çapemeniya Rojavayê Kurdistanê çekdarên DIŞIê êrîşî ser zanîngeha Reqayê ya li başûrê vê bajarê kirine.
Di encama êrîşa han de herî kêm 2 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Hêzên ewlekariya navxwe yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kirine û ragihandiye ku, piştî vê êrîşê bilez xwe gehandine deverê û karîne pêşiya çekdarên DIŞIê bigirin.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, li Hims û Dêrezorê terorîstên DIŞIê xwe bihêz kirin û liv û tevgerên xwe yên terorîstî zêdetir kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin