Îsraîl: Ne hedê Tirkiyeyê ye bipeyve

dibêje Tirkiye û komên cîhadî êrîşî ser gelê Kurd dikin.
100%

Dibêje Tirkiye bo xwe dagîrker û piştîvanî terorê ye.

Piştî daxuyaniya wezareta derve ya derbarê liv û tevgerên Îsraîlê yên li Golanê, wezareta derve ya Îsraîlê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, Tirkiye bo xwe li Sûriyeyê dagîrkere, ne hedê Tirkiyeyêye derbarê Îsraîlê de ti daxuyanî bide. Tirkiye piştîvanî teror û cîhadiyane û hevkariya wan dike daku, êrîşên ser Kurdan bikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li Sûriyeyê netenê dagîrkerin belku, karê diziyê, talankirinê dikin û sedî 15ê axa Sûriyeyê dagîr kirine û her du bihevre êrîşî ser Kurdan li Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.