Serokwezîr li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiyan.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Sûriye û Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Fermandarê giştî yên hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jenerak Kevin Leahy û şandeke pê re kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya herêma Kurdistanê, Îraq, Sûriye û pêşde birina hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan bo rûbirû bûna gef û metirsiyên DIŞI û terorê kir.
Herwiha me nêrînên xwe yên derbarê guhertin û pêşhatên li Sûriyeyê anîn ziman û her du alî li ser pêwîstiya parastina asayîş û aramiya Sûriye û dabîn kirin û rêz girtin ji mafên gelê Kurd û pêkhateyên din li wê welatî hemfikir bûn.
Beşeke din ya civîna me taybet bû bi pêşkeftinên yekxistina hêzên pêşmerge û reformên wezareta karûbarên pêşmerge.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin