Dibêje me ev yek bi eşkere ji Tirkiyeyê re gotiye.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de behsa naveroka serdana xwe yabo Tirkiyeyê kiriye.
Blinken eşkere kiriye ku, Amerîka bi eşkere ji Tirkiyeyê re gotiye lazime êrîşên ser HSD rawestîne jiber ku, ev êrîşên han dibin sedema bihêz bûna DIŞIê û ev jî tişteke ku, Amerîka bi ti awayî vê yekê qebûl nake.
Amerîka ji Tirkiyeyê re gotiye ku, eger HSD nebe şerê dijî DIŞIê nayê kirin lewre em naxwazin HSD bi ti awayî rastî êrîşên Tirkiyeyê bibe.
Blinken huşdarî bi Tirkiyeyê daye û gotiye li kempa Hol gelek endamên DIŞIê hene û eger HSD bi êrîşan re rûbirû bibe parastina û kontrol kirina wan çekdarên DIŞI zihmet dibe û ev yek dibe metirsiyeke mezin bo ser ewlekariya deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin