Îsraîl hûşdarî da hikûmeta Libnanê

hefteyeke agirbest li Libnanê hatiye ragihandin.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê êrîşî tevahiya Libnanê bikin.

Rixmî derbasbûna hefteyek bi ser agirbesta navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê re, lê êrîşên Îsraîl û hizbulahê dijî hev berdewamin.

Her di vê çarçoveyê de hikûmeta Îsraîlê hûşdarî daye hikûmeta Libnanê û ragihandiye ku, di nava hefteya derbasbûyî de agirbest weke pêwîst ji aliyê hizbulahê ve nehatiye parastin lewre êrîşên me jî dom kirine.

Hikûmeta Îsraîlê ji Libnanê re gotiye ku, eger êrîşên hizbulahê bidomin vê demê Îsraîl neçar dibe ku, bersifên dijwar bide û êrîşî ser tevahiya Libnanê bike.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî bi hewlên Amerîka û Franseyê li Libnanê di navbera Îsraîl û hizbulahê de agirbest hatibû ragihandin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.