Îtalya têkiliyên xwe yên li gel Îraq û Kurdistanê bihêztir dike.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê Niccolo Fontana kir û di civînê de rixmî bixêr hatin kirina balyozê Îtalyayê, hevdem Serokê herêma Kurdistanê pîrozbayî li balyoz kir û tekez li ser hevkarî û piştîvaniya Serokê herêmê û aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê bo serxistina pîwerdariya balyoz kir û balkêşande ser xwesteka herêma Kurdistanê ya bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Îtalyayê.
Ji aliyê xwe ve balyozê Îtalyayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û spasiya piştîvaniya Serokê herêma Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Îtalya girîngiyeke zêde dide têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê lewre hewl dide di tevahiya waran de têkiliyên heyî bihêztir bike.
Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn bi taybetî rewşa Sûriyeyê, mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin