Amerîka bi rêya Îmaratê peyam gehandiye Beşar Esed.
Li gor çapemeniya cîhanî heta niha di navbera Amerîka û Îmaratê de çend civînên taybet bi Sûriyeyê û têkiliyên Sûriye û Îranê hatine lidarxistin.
Di civîna herî dawî de, şanda Amerîkî ji şanda Îmaratî re gotiye ku, Amerîka amadeye dorpêçên xwe dijî Beşar Esed hilweşîne lê lazime Esed jî dev ji Îranê berde û têkiliyên xwe yên li gel Îranê qut bike.
Amerîka herwiha diyar kiriye ku, lazime Esed rê nede ji Sûriyeyê ve çek bo hizbulahê were şandin û bo xwe jî çek nede hizbulahê.
Civînên navbera Amerîka û Îmaratê di wan demên dawî de lezgîntir bûne jiber ku, her du alî dixwazin beriya bi dawî hatina dema dorpêçên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê û nû kirina dema han, bigehêjin biryarekî.
Dema dorpêçn Amerîkayê bo ser Sûriyeyê 20ê vê mehê bi dawî dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin