Serokwezîr pêşwaziya wezîra navxw ya Brîtanyayê kir

behsa şerê dijî teror û koça derqanûnî hatiye kirin.
100%

Brîtanya û Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîra navxwe ya Brîtanyayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîra navxw ya Brîtanyayê Evette Cooper kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û hewldanên heyî yên bo rûbirû bûna koça derqanûnî kir.

Wezîra navxwe ya Brîtanyayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê pîrozbayî li me kir û prosesa han bi proseseke serkeftî bilêv kir.

Wezîra navxwe ya Brîtanyayê herwiha behsa pêgeha bihêz ya herêma Kurdistanê weke hevbeşeke girîng û steratejîkî ya Brîtanyayê di warê rûbirû bûna teror û astengiyên ewlekarî de kir.

Me jî spasiya hikûmeta herêma Kurdistan bo piştîvanî û hevkariyên Brîtanyayê yên bo herêma Kurdistanê gehande şahnişîna Brîtanyayê û balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê bo bihêztir kirina têkiliyên du alî di tevahiya waran de li ser esasê berejwendiyên hevbeş.

Li ser girîngiya pêşde birina hevkarî û hevahengiya hevebş bo rûbirû bûna koça derqanûnî, tawanên rêkxistî û bazirganî kirin bi madeyên hişber hemfikir bûn.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî û sîstema bankî bi taybetî projeya hijmara min kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.