Dibêje dûrî xelk û cîhên medenî kevin.
Li gel berdewamiya metirsiya êrîşa Îsraîlê bo ser komên çekdar yên ser bi Îranê yên li Îraqê, îro Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir fermanek bo çekdarên Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir der kir.
Muqteda Sedir di fermana han de ji çekdarên xwe re gotiye dûrî xelkê bikin, navendên xwe yên di nava cîhên medenî û di nava taxên qerebalix de vala bikin.
Sedir herwiha daxwaz kiriye ku, ev navendên han bo cîhên dûrî xelkê werin veguhastin.
Weke tê zanîn ev çend roje Îraq û rayedarên Îraqî dibêjin ku, Îsraîlê êrîşî ser komên çekdar yên li Îraqê dike û beriya du rojan jî Îsraîl daxuyaniyek belav kiribû û çend cîh diyar kiribû û ji xelkê daxwaz kiribû xwe ji wan cîhan dûr bixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin