Bi hinceta endambûn di pkk û hevkarî kirina pkk hatine girtin.
Wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlîqaya ragihand ku, di encama operasiyonên duhê li çend bajarên Tirkiyeyê de herî kêm 231 kes bi hinceta endambûn di nava pkk û hevkarî kirina pkk hatine girtin.
Ji aliyekê din ve çapemeniya Bakûrê Kurdistanê jî dibêje kesên hatine binçavkirin Nivîskar, hunermend, helbestvan, akademîsiyen û çalakvanên medenî ne.
Herwiha DEM partî, DBP û CHP jî bertek nîşanî wan operasiyonan dane û eşkere kiriye ku, ev operasiyonên han hêviyên aştiyê û qonaxeke nû ya çareseriyê ji nav dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin