Di merasîma danîna kevira bingehîn navenda derman kirina bikarhênerên madeyên hişber de gotarek pêşkêş kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî di merasîm danîna kevira bingehîn ya navenda dermankirin û vejandina bikarêhênerên madeyên hişber de yaku, ji aliyê dezgeha xêrxwaziya Barzanî ve hatibû organîzekirin gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku, madeyên hişber, bikar anîna wan û bazirganî kirin bi wan bûye pirsgirêkeke cîhanî û lazime bilez ev pirsgirêka han were çareserkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser siyaset û steratejiya xwe yabo nehêştina madeyên hişber û rawestandina bazirganîkirin bi wan madeyan.
Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku, bi tevahiya hêz û karînên xwe ve berdewam dibin li ser têkoşîna dijî madeyên hişber û bazirganî kirin bi wan madeyan û ewin ku, bazirganî bi wan madeyan dikin bêyî liber çav derbas kirina pêgeha civakî, pile û pêgeha siyasiya wan vê werin cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin