Ehmed Dawûd Oglû: Pêgeha Kurdistanê gelek girînge

dibêje em dixwazên têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bikin.
100%

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Ehmed Dawûd Oglû civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Dawûd Oglû kir û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokê Gelecek Partî û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê birêz Ehemd Dawûd Oglû kir.

Di civînê de ku, Konsulusê Tirkiyeyê yê li herêma Kurdistanê birêz Arman Topçû jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û deverê kir.

Serokê Gelecek Partî behsa girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê kir û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel herêma Kurdistanê kir.

Me jî xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyên li gel Komara Tirkiyeyê di warên curbicur de diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.