Ji kempa Roj ya li Rojavayê vegerandiye.
Hikûmeta Rûsyeyê belav kiriye ku, di qonaxeke din ya vegerandina zarok û welatiyên Rûsî yên di nava DIŞIê de, 26 zarokên din ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bo Rûsyeyê hatine vegerandin.
Rûsye eşkere kiriye ku, ev 26 zarokên han, zarokên endamên DIŞIê ne û ji kempa Roj ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vegerandin û temena wan di navbera 5 heta 12 sale.
Li gor hikûmeta Rûsyeyê ji sala 2018an ve heta niha 383 zarok hatine vegerandin û hîn jî zêdetir ji hezar û 200 zarokên din li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyêne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin