Tirkiye daxwaza civîneke sê alî dike

Esed jî hewlên Tirkiyeyê bo normal kirinê red dike.
100%

Îraq di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbeyinkariyê dike.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kiriye ku, Tirkiye bi germî pêşwaziya hewldanên Îraqê yên bo nevbeyinkariyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dike.

Hakan Fîdan herwiha eşkere kiriye ku, Tirkiye dixwaze di navbera Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê de civîneke sê alî bo giftûgo kirin derbarê çend mijaran de were organîzekirin.

Weke tê zanîn Serokkomarê Tirkiyeyê gelek hewl da daku, têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal bike lê Beşar Esed ev hewlên han red kir û daxwaza vekêşîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê kiribû.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.