Şerê li Ukraynayê berfiretir dibe

Ukrayna dest bi bikaranîna çekên dûravêj dijî Rûsyeyê kiriye.
کوردستان TV
100%

4 welatên din balyozxaneyên xwe yên li Kyevê daxistin.

Piştî îmzeya Serokê Amerîkayê yabo bikar anîna çek û hajekên dûravêj yên Amerîkî û Brîtanî ji aliyê artêşa Ukraynayê ve dijî Rûsyeyê, şerê navbera Rûsye û Ukraynayê kete qonaxeke nû.

Di vê çarçoveyê de ev du roje artêşa Ukraynayê bi wan çekan êrîşî ser Rûsyeyê dike û Amerîka, Îspanya, Yûnan û Îtalya jî ji tirsa ku, şer dijwartir bibe balyozxaneyên xwe yên li Kyevê daxistin.

Ji aliyê xwe ve welatên Îskendînavyayê jî beriya du rojan xwe bo egerê şer li gel Rûsyeyê anjî bo rûbirû bûna êrîşên Rûsyeyê dest bi amadekariyên pêwîst kiribûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.