Behsa reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.
Îro Fermandarê Fermandariya navendî ya hêzên piştîvaniya 1 ya wezareta pêşmerge Ferîq Sîhad Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Almanî yên li Kurdistanê Jeneral Thomas Ritter kir.
Di civînê de giftûgo derbarê hevkarî û hevahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî, pêdiviyên hêzên pêşmerge û reformên nava hêzên pêşmerge de hate kirin û pişt re jî bi mebesta agehdar bûn ji rewşa hêzên pêşmerge her du alî serdana çeperên hêzên pêşmerge kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin