Sala 2026an hêzên pêşmerge bi temamî têne yekxistin.
Reformên nava hêzên pêşmerge berdewamin û di vê çarçoveyê de heta niha bi giştî 30 lîwayên hevbeş hatine avakirin. Her di vê çarçoveyê de sala derbasbûyî jî 6 firqeyên hêzên pêşmerge hatine yekxistin.
Herwiha di çarçoveya berdewamiya reformên nava wezaret û hêzên pêşmerge de, biryare heta sala 2026an tevahiya hêzên pêşmerge werin yekxistin û pêşmerge bibe hêzeke yekgirtî û nîştimanî û ti bandoreke part û aliyên siyasî li ser hêzên pêşmerge nemîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin