Îran jî dibêje dorpêçên han derqanûnî ne.
Wezîrên derve yên welatên endam di nava Yekîtiya Ewrûpayê de, duhê civîna xwe ya dawî ya sala 2024an lidar xistin.
Di civîna han de rixmî nîqaş kirin li ser encam û bandorên hilbijartinên Amerîkayê, şerê li Xeze û Libnanê, şerê li Ukraynayê, hevdem giftûgo derbarê hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê jî hatiye kirin.
Her di heman civînê de wezîrên derve yên YE biryar dane, jiber hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê, dorpêçên nû bixin ser Îranê û kompaniya keştîraniya nîştimanî ya Îranê jî bixin nava lîsteya dorpêçên nû.
Ji aliyê xwe ve Îran jî bertek nîşanî vê biryara han daye û dibêje ev biryara han derqanûniye û nayê qebûlkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin