Ev daxwaza han derbarê Îraqê ye.
Li gor çapemeniya Îsraîlî wezîrê derve yê vê welatî Gideon Saar bi fermî daxwaz ji civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî kiriye ku, zextê li Îraq û komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê bikin daku, êrîşên xwe yên dijî Îsraîlê rawestînin.
Wezîrê derve yê Îsraîlê di heman nameya xwe de eşkere kiriye ku, eger NY û civata ewlekariyê bo rawestandina êrîşan tiştek neke vê demê Îsraîl gavên pêwîst davêje.
Weke tê zanîn di dema xwe de Îsraîl daxwaz ji NY kiribû daku, pêşiya êrîşên hizbulah û Husiyan bigire lê NY ev yek nekir û Îsraîl bo xwe li wan her du tevgeran da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin