Rojnameyeke Îsraîlê behsa plana Îsraîlê bo êrîş kirinê dike.
Rojnameya Maariv ya Îsraîlî babetek belav kiriye û têde ragihandiye ku, hikûmeta Îsraîlê fikar hene ku, Îran bo êrîş kirine ser Îsraîlê û herwiha bo piştîvanî kirina komên xwe yên çekdar, beriya niha hajekên kurtavêj şandibe Îraqê daku, bi rêya wan êrîşî ser Îsraîlê bikin.
Rojnameya Maariv herwiha diyar kiriye ku, Îsraîl planeke girîng bo êrîş kirine ser Îraqê bi taybetî jêrxan, biryargeh û navendên locistîkî û cebelxaneyên komên çekdar amade kiriye.
Her di çarçoveya heman planê de vê Îsraîl êrîşî ser Serkirde û kesatiyên diyar yên komên çekdar yên ser bi Îranê jî bike.
Ev rojname li ser zarê rayedarên îstîxbaratî belav kiriye ku, Îsraîl ev navend û cîhên steratejîk yên çekdaran ku, lazime werin wêrankirin diyarî kirine û di demeke goncaw de vê Îsraîl êrîşî ser wan navendan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin