Behsa têkiliyên navbera Îran û Sûriyeyê hatiye kirin.
Li gor çapemeniya Îranê wezîrê berevanî yê vê welatî Ezîz Nesîrzade bi serdaneke fermî duhê çûye Sûriyeyê û li Dîmeşqê li gel wezîrê berevanî yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas civiyaye.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, di civînê de rixmî giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Îran û Sûriyeyê hevdem nîqaş li ser rewşa meydanî ya Sûriyeyê, şerê li Libnanê û Xezeyê û rewşa eniya berxwedana îslamî ya bi Serokatiya Îranê hatiye kirin.
Ev serdana han rojek piştî serdana Şêwirmendê Xamneyê yê bo karûbarê Sûriyeyê, pêk hatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin