Serokê herêmê û Konsulusê Almanyayê civiyan

Serokê herêmê spasiya Almanyayê dike.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Almanyayê yê li herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir.

Di civînê de Konsulusê Almanyayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li Serokê herêmê û gelê Kurdistanê kir û ecîbmayî bûna xwe jî ya li hember rêjeya bilind ya beşdariya xelkê di hilbijartinan de diyar kir.

Her di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê û Konsulusê Almanyayê behsa qonaxên pêş û hewlên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê kirin.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser xwestekên du alî bo pêşde birina têkiliyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê û herwiha berfiretir kirina hevkarî û hevbeşiya heyî bi taybetî di wan waran de ku, bo Kurdistanê girînge kirin û di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî spasiya herêma Kurdistanê bo piştîvaniyên Almanyayê ji herêma Kurdistanê û Îraqê gehande Konsulusê Almanî.

Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa deverê û bandora aloziyên li Rojhilata Naîn mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.