Serokwezîrê Kurdistanê û Sûdanî li Hewlêrê civiyan.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê federalî Mihemed Sûdanî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê me pêşwaziya Serokwezîrê federalî birêz Mihemed Şeya Sûdanî kir.
Pişt re di civînekê de Serokwezîrê federalî jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li me kir û balkêşande ser aramiya siyasî ya li Kurdistanê û eşkere kir ku, ev yek bingeheke girîng ya aramiya siyasî ya tevahiya Îraqê ye.
Serokwezîr federalî herwiha tekez li ser girîngiya ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêmê bo pêşde birina zêdetir ya hevkarî û hevahengiya navbera her du hikûmetên herêmê û hikûmeta federalî kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê kêşe û arîşeyên taybet bi mûçe, para herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya federalî, destpê kirina henarde kirina petrola herêmê û amadekariyên serjimêriya şêniyên Îraqê kir.
Derbarê pirsa mûçeyê de me tekez li ser pêwîstiya dûr xistina xerc kirina bûdce û mûçeya herêmê ji her nakokiyeke siyasî kir, weke çawe dadgeha federalî biryar li ser daye û weke deverên din yên Îraqê.
Derbarê destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê jî me tekez li ser girîngiya destpê kirina prosesa henarde kirina petrol di demeke nêz de û nehêştina kêşe û astengiyên berdem henarde kirinê kir bi awayek ku, li gor berejwendiyên tevahiya welatiyên herêmê û Îraqê de be.
Mijareke din ya giftûgoya me taybet bû bi serjimêriya giştî ya şêniyên Îraqê û di vê derbarê de li ser serxistina prosesê bi mebesta geşe pêdan û bi liber çav girtina têbiniyên herêma Kurdistanê li ser vê mijarê, hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin