Li balefirxaneyê ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Îro 13ê Mijdarê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û li balefirxaneyê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Li gor zaniyariyên berdest vê Sûdanî di civînên xwe yên li gel rayedarên herêma Kurdistanê de giftûgo derbarê henarde kirine petrola Kurdistanê, mijarên bûdce û mûçeya karmendên herêmê û lez kirin di ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê de bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin