Serokê Hizbulahê jî dibêje şerê me berdewam dibe.
Li gor amarên ku, hikûmeta Libnanê belav kirine ji destpêka şer û pevçûnên navbera hizbulah û artêşa Îsraîlê heta niha bi giştî 3 hezar û 50 kes hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve Serokê nû yê hizbulahê Neîm Qasîm diyar kiriye ku, armanca Îsraîlê dagîr kirina Libnanê ye jiber vê yekê vê şerê hizbulahê jî berdewam dibe û hizbulah ji nav naçe belku, bihêztir dibe.
Qasim eşkere kiriye niha hizbulah di opzîsyona berevanî kirinê deye û berdewam dibe li ser vê pozîsyona han.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin